Zarokê 8 salî yê ku li gundê Dîhaban ê Kobanê ketibû bîrê jiyana xwe ji dest da.
Doh li gundê Dîhaban ê rojhilatê Kobanê zarokê bi navê Salih Şêxo yê 8 salî ket bîrê.
Ew bîr bi kurahiya 70 metreyan e û zarok di kurahiya 40-50 metreyî de asê mabû.
Şêniyên Kobanê, tîmên Şaredariya Gel a Şêran û Asayîşê hewl dan zarok derxin.
Lê piştî hewlên çend saetan zarok Salih Şêxo jiyana xwe ji dest da.