Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya kantona Efrîn û Şehbayê Festîvala Amara ya 3`yemîn dest pê kir.
Ev yek jî bi rasthatina Rojbûna Rêber Apo ye.
Festîval li Kampa Berxwedan a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê li dar ket.
Bi sedan şênyiên kantona Şehba û Efrînê qada sereke ya kampê kom bûn.
Endama rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger Emîne Hec Ebdo di Festîvalê de axivî..
Emîne Hec Ebdo rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li gelê Kurd û gelên azadîxwaz pîroz kir.
Emîne bang li ciwanan kir ku li hember planên dewleta Tirk têkoşînê mezin bikin ..
Piştre gelek koman berhemên xwe pêşandan.
Çaverêye ku festival heta 4`ê Nîsanê berdewam bike.