Şanogerên ji Rojhilat: Em dilşadin ku em li Rojava ne

Cara yekem komeke şanoyê ji Rojhilatê Kurdistanê beşdarî Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol a Şanoyê ya 6`emîn dibe.
Koma şanoyê bi navê ‘Kaya’ ye, 40 endamên wê hene.
Endamên komê diyar dikin ku ew dilşadin ji ber li Rojava ne.

Şanogeran duh lîstika xwe ya bi navê “Xewnên Reş” lîstin.

Di lîstikê de 2 lîstikvan hene; Saba Şah Mihemedî û Melîka Mustefawî.

Lîstikvanên lîstikê li ser beşdarbûna xwe û hestên hatina Rojavayê Kurdistanê anîn ziman ..

Saba Şah Mihemedî diyar kir ku ew bi dilxweşî beşdarî mîhrîcana şanoyê bûne û got:

“Ji bo xizmeta gelê xwe û ya şanoyê me girîngî di beşdarbûnê de dît.

Hêvîdar im ji aliyê xebatên şanoyê de, di navbera Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê de kareke hevbeş çêbe.”

Melîka Mustefawî jî hêvî kir ku komên şanoyê yên ji Rojava jî beşdarî mîhrîcanên li Rojhilat bibin ..

Back to top button