Parêzer: CPT ne rêxistinek serbixwe ye

Endamê Desteya Parastina Abdullah Ocalan, parêzer Xalid Omer diyar kir ku dewleta Tirk bi armanca astengkirina biryara DMME ya mafê Hêviyê cezayên dispilînê li Rêber APO dibire.
Parêzer Xalid Omer û Mistefa Muslim li dijî tecrîdê ev bang li CPT kirin:Divê CPT zextê li Tirkiyê bike ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya ji nû ve darizandina rêber Ocalan pêk bîne.
Divê CPT, Meclisa Ewropa û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê xwedî li erkê xwe derkevin.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê-DMME’ê jî di çarçoveya bikaranîn mafê hêviyê de banga ji nû ve darizandina rêber Ocalan kiribû.

Dewleta Tirk bi armanca astengkirina biryara DMME ya mafê Hêviyê cezayên dispilînê li Rêber APO dibire.

Ev nêzî 23’ê mehe agahî ji Îmraliyê nayên girtin.

Endamê Desteya Parastina Abdullah Ocalan, parêzer Xalid Omer der barê binpêkirinên qanûnî yên li dijî Rêber Ocalan de axivî û got:

Armanca dagirkeriya Tirk ji cezayên dispilînê û bê par hiştina Rêber APO ji mafê hêviyê

Û bi armanca girankirina tecrîdê ev ceza bi domdarî tê dirêjkirin.

Lê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ewe ku Rêber Ocalan j nû ve bê darizandin”.

Her wiha Omer derbarê serdanên CPT’yê ji bo Îmralîyê ku tu gavên paratîk neavêtin jî wiha axivî:

“CPT, Meclisa Ewropa û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê xwedî li erkê xwe derneketine.

Erka CPT ewe ku serdana girtîgehên dewleta Tirk ku tê de qanûn pêkneaniye, mafê girtiyan binpêkiribe, eşkere bike û pêşî li êşkenceyê bîne.

Tevî ku CPT’yê berî demekê piştrast kir ku li Îmraliyê îşkenceya derûnî tê meşandin,

Lê me heta niha ti gaveke CPT nedîtiye.”

beriya niha CPT gotibû mafê

Parêzer Omer anî ziman ku wê li hemberî binpêkirinan, li hemû saziyên hiqûqî têkoşîna xwe ya Qanûnî bidomînin, heya ku rêber APO fîzîkî azad bikin.

Têkildarî karê CPT’yê, parêzer Mistefa Muslim jî axivî

Mistefa Muslim: Dagirkeriya Tirk bi bihaneyên ne rast cezayan dibire

Mistefa Muslim anî ziman ku cezayên Dispilînê ne li gorî rastiya wê li Rêber APO tên birîn.

Muslim hincetên dagirkeriya Tirkiyê wek derew pênasekir û got:

“Ev komîte di karê xwe yê der barê rêber Ocalan de ne serbixwe ye.

Serdana herî dawî ji bo Îmraliyê tu rapor û agahiyên fermî ji bo rewşa Rêber APO parve nekir.”

Back to top button