Xelkê Minbicê sersaxî ji malbata şehîd Azad Serb re xwestin

Xelkê Minbicê sersaxî dan malbata gerîlayê HPG’ê şehîd Azad Serb û Şêniyên Girê Spî û Eyn Îsayê jî sersaxî ji malbata şehîd Hisên El-Ceza’i re xwestin.

gerîlayê HPG’ê Azad Serb, 22’ê Hezîranê li herêma Zapê şehîd bûbû.

Li kantona Minbicê sersaxî ji malbata gerîlayê HPG’ê Azad hat xwestin.

Konê sersaxiyê li Mezreya Menkuba ya li rojhilatê bajar hat vedan.

Li bin kon kesên axivên diyar kirin ku wê bi şev û roj bixebitin, rêça şehîdan bişopînin da ku daxwaza wan pêkbînin.

Şêniyên Firatê sersaxî ji malbata şehîd Hisên El Ceza’i re xwestin

Bi sedan şêniyên Girê Spî û Eyn Îsayê jî sersaxî ji malbata şehîd Hisên El Cezai re xwestin.

Li bin konê sersaxiyê, kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û diyar kirin ku wê têkoşîna xwe bidomînin heta herêmên dagirkirî rizgar bikin.

Back to top button