Li Dêrazorê di êrişa çeteyên DAIŞ’ê de 2 çekdarên hikumeta Şamê hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Dêrazorê êrişî çekdarên hikumeta Şamê kirin.
Li herêma bêçek, hêzên hikumeta Şamê û çeteyan deverên hev dan ber topban.
Li Derayê jî ji serê mehê û heta niha di buyerên tevliheviyê de 25 kes hatin kuştin.
NY peywira Hêzên Çavdêriya Şersekinandinê a ji bo Sûriye û Îsraîlê heta 6 mehên din dirêj kir.

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku, şevê din çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Dêrazorê êrişî erebeyekê hêzên hikumeta Şamê kirin.

Piştî êrişê di navbera aliyan de şer derket û di encamê de 2 çekdarên hikumetê hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Li Lazqiyê 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Ev rewş ne tenê li çolistanê ye.

Li herêma qaşo bêçek e, topbaran, êriş û şer di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker jî didomin.

Vê sibê hêzên hikumeta Şamê gundewarê başûrê Idlibê û rojavayî Helebê bi top û moşekan bombe kir.

Çeteyan jî bi heman rengî cihên hêzên hikumetê ên li başûrê Idlibê û gundewarê bakurê Laziqiyê topbaran kirin.

Di êrişa çeteyan li gundewarê Laziqiyê de 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Li Dera ji serê mehê û vir ve 25 kes hatine kuştin

Li Derayê jî rewşa ewlehiyê xirabe.

Vê sibê li bajarokê El-Mizêrib ê parêzeha Derayê termê kesekî kuştin hate dîtin.

Li gorî çavdêriya Sûrî, li Derayê ji serê mehê û heta niha di encama 26 bûyerên tevliheviyê de 25 kes hatine kuştin.

Ev dane xuya dike ku hikumeta Şamê di kontrolkirina rewşa ewlehiyê de bi bin ketiye.

Nemaze ku di salên 2018 û 2021`an de “çareseriya rewşê” pêk anîn.

Peywira UNDOF’ê ji bo Sûriye û Îsraîlê 6 mehên din hat dirêjkirin

Piştî şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de aloziya di navbera Îsraîl û Sûriyê jî didome.

Ji devera Colan a Sûriyê ya dagirkirî êrişî li ser Îsraîlê têne kirin.

Di heman demê de artêşa Îsraîlê jî bi bejahî û hewayî êrişî cihên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Îranê dike.

Ji ber vê aloziya di navbera her du aliyan Neteweyên Yekbûyî NY daxuyaniyek dan.

NY ragihand ku Komseya Ewlehiyê bi erêkirina tevahî endaman, peywira Hêzên Çavdêriya Şersekinandinê yên NY’yê (UNDOF) ya ji bo Îsraîl û Sûriyeyê heta 30’ê Hezîrana 2024’an dirêj kiriye.

Her wiha fikarên xwe anîn ziman ku aloziya leşkerî ya li ser sînor kûrtir bibe.

Di xwepêşandanên li Siwêdayê de Kongreya MSD’ê hate pîrozkirin

Back to top button