LEYLA GUVEN 144 ROJ IN LI DIJÎ TECRÎDÊ LI BER XWE DIDE

Li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan çalakiyên greva birçîbûnê dewam dikin.
Çalakiya Hevseroka (KCD) Leyla Guven di roja 144’an de ye.
Tevî çalakiya Leyla Guven çalakiya girtiyên di grevê de jî tevî rewşa wan a xerab jî li dar e.
Xebatkarên tenduristiyê li ser rewşa girtiyan gotin:
Divê pêwendî bi girtiyan re were danîn.

Hevseroka (KCD) Leyla Guven, 144 roj in bi armanca tecrîdkirina Rêber Ocalan bi dawî bibe di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye.

Li girtîgehan jî girtî li dijî tecrîdê di grevê de ne.

Çalakiya koma yekem a girtiyên girtîgehên Tirkiye 106 roj in didome.

Ji 1’ê Adarê ve jî bi hezaran girtî dest bi grevê kirin.

Çlakiya wan di roja 31’an de ye .

Tevî rewşa tenduristiya girtiyan jî , lê bi biryar çalakiya xwe didomînin.

BERÎ BI DERENGÎ BIKEVE DIVÊ PÊWENDÎ BI GIRTIYAN RE WERE DANÎN

Berdevkên rêxistinên tenduristiyê bal kişandin ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên di greva birçîbûnê de ne.

Berdevkan bal kişand ser bêdengiya heyî jî û gotin:

“Divê xebatkarên tenduristiyê li dijî vê bêdengiyê derkevin.

Ji bo Leyla û girtî bijîn divê ew demildest dengê xwe bilind bikin.”

LI DERVEYÎ GIRTÎGEHAN JÎ ÇALAKIYÊN GREVÊ DEWAM DIKIN

Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan jî çalakiya xwe berdewam dikin.

Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 85 roj, Gurbet Ektîren a li Dêrika Merdînê 75 roj, Semra Alkan 84 roj u Îhsan Sinmiş 33 roj in li malê berdewam dike.

Çalakiya Parlementera HDP’ê Dersîm Dag 29 roj û ya Parlementerên HDP’ê Tayip Temel û Murat Sarisaç 24 rojin dewam dike.

Leave a Reply

Back to top button