Amerîka tevî vekişîna ji lihevkirina nuklerî, vedigere mekanîzmaya Snapak

Piştî binkeftina dirêjkirina qedexekirina çekan li ser Îranê, Amerîka mekanîzmeya Snapak li dijî wê bi kar tîne.

Serokê Amerîka Donald Trump ragihand, ew ê ji ber nepejirandina Konseya Ewlekariyê ya dirêjkirina qedexeyê, vegerin mekanîzmeya Snapak.

Mekanîzmeya Snapak, dikare sepandina hemû cezayên navneteweyî li ser Îranê vegerîne, ji ber binpêkirina wê ya peymanên lihevkirina nuklerî.

Der barê heman kêşeyê de, Wezîrê Derve yê Amerîkî Mike Pompeo peywendiyeke telefonî digel hempîşeyê xwe yê Rûsî Sergey Lavrov kir.

Di peywendiyê de, nîqaş li ser pêşniyara serokê Rûsyayê Vladîmêr Putin a lidarxistina lûtkeya der barê doza Îranî de hat kirin.

Tê payîn, qedexeya heyî ya li ser Îranê, ji Cotmehê ve bê sivikkirin, lê belê qedexeya kirîna madeyên çêkirina mûşekên balistî ku NY li serê sepandiye, wê heta 2023’yan bidome.

Back to top button