Artêşa Îaraîlî deverên çavdêriyê yên Tevgera Hemasê yên li Xezzayê bombebaran kirin.
Artêşê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber avêtina nepoxên şewitîner û bombebarkirî ji Xezzayê ber bi Îsraîlê ve, wan deverên Hemasê bombebaran kirin.
Der barê ziyanan de, ti agahî nehatine biparvekirin.
Artêşê her wiha duh dabû xuyakirin ku pergala wan a asmanî 2 mûşekên ku ji Xezzayê hatibûn avêtin, bêbandor kiribûn.
Îsraîl tiliyên tawanbariyê ber bi Tevgera Hemasê ve nîşan dide û teqez dike ku ew ê hemû hewldanên tevlihevkirina ewlehiya Îsraîlê, têk bibe.