Qerqaş: Peyman, biryareke serweriyê ye û em destwerdanan red dikin

Wezîrê Karên Derve yê Imaratê Enwer Qerqaş ragihand ku peymana aştiyê ya di navbera wan û Israîlê de, biryareke serweriyê ye û ev peyman ne li dijî Îranê ye.

Qerqaş hişyarî de çi aliyê ku dixwaze destwerdanê li vê biryarê bike û hemû gef red kirin.

Wezareta Derve ya Imaratê, duh li dijî gefên Îranê ku di axaftina Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî de hatin gotin, şand dû balyozê Îranê yê li Îmaratê.

Wezaret Îmaratî, ev zimanê gefxwarinê yê Îranê red kir û ew weke metirsiya li ser ewlehî û aramiya tevahiya herêmê bi nav kir.

Pêncşema borî, di navbera Imarat û Israîlê de peymanek hat ragihandin, li gorî wê, Israîl dev ji tevlîkirina erdên Difa El-Xerbiye berdide û têkiliyên du-alî di navbera Israîl û Imaratê de dest pê dikin.

Back to top button