Şebnem Korûr Fîncanci serbest hat berdan

Îro Rûniştina Sêyemîn a doza Şebnem Korur Fincanci bû û dadgehê 2 sal û 8 meh cezayê girîtgehê lê birî. Lê ji ber ku cezaya wê ji 5 salan kêmtir bû Fincanci, serbest hat berdan.

Rûniştina sêyemîn a Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci ya ji ber nirxandina li ser çekên kîmyewî kir bi iddiaya “propagandaya rêxistinê” hat girtin.

Li 24’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Stenbolê dest pê kir.

Bi sedan parêzer tevlî rûniştinê bûn. Polîsan jî bi mertalan ber eywana rûniştinê girtin.

Bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” 2 sal û 8 meh û 15 roj cezayê girtîgehê dan Şebnem.

Lê ji ber ku cezaya wê ji 5 salan kêmtir bû, Fincanci, serbest hat berdan.

Fîncanci: Ev têkoşîn wê bi dawî nebe

Fîncanci piştî ji girtîgehê derket, li ber deriyê girtîgehê daxuyaniyek da û got: “Me çi dîtibe, rastî çi be me ew got. Ev berpirsiyariya me parêzvanên mafên mirovan e.”

Fîncanci bertek nîşanî cezayê lê hatiye birîn jî da û got: “Ji bo pêşîgirtina li hemû çekan û ji bo ji holê rakirina wan çi ji destê me bê, em ê bikin.

Back to top button