KCK: Em biryara îdama ciwanên Kurd qebûl nakin

Konseya Rêveber ya KCK’ê têkildarî cezayê îdamê yê ku bi îdiaya rêveberê MÎT’ê kuştine PDK’ê li 2 ciwanên Kurd biriye, destnîşan kir ku biryareke bi vî rengî nayê qebûlkirin.

KCK’ê bang li gelê Kurd, saziyên demokratîk, rewşenbîr û hunermendan kir ku li ber vê bîryarê rabin û qebûl nekin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî cezayê îdamê ku PDK’ê bi îdîaya ku di 17’ê Tîrmeha 2019’an de berpirsyarê MÎT’ê kuştine li 2 ciwanên Kurd biriye, daxuyaniyek weşand.

KCK’ê diyar kir, ji bo dilê Tirkiyê xweş bike, dadgeha PDK’ê bîryara îdamê li du ciwanan birîye û wiha got,

“Ev kujer ji bo komkujiyan plan bike hatibû Başûrê Kurdistanê û di bin parastina hikumeta Başûr de dixebitî. Daxwaza her ciwanekî Kurd a ji bo kuştina kujerên Kurdan, ne rewşeke neçê ye. Bi taybetî eger kujerên bi vî rengî bi hêsanî bijîn û di bin parastinê de li Kurdistanê bi hêsanî bigerin, ev yek wê ji bo ciwanên Kurd bibe sedemeke tehrîkkirinê.”

KCK’ê da zanîn birîna cezayê îdamê li van her du ciwanên Kurd li çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd êşandiye û bûye sedem ku nerazîbûnê nîşan bidin.

KCK’ê diyar kir ev kesê ku hatiye kuştin hikumeta Başûrê Kurdistanê xapandiye û ji bo şoreşger û siyasetmedarên Kurd bikuje, bi nasnameya dîplomatîk agahî kom dikir, karê kuştinê dimeşand û wiha dewam kir;

“Endamê Konseya Serokatiya Giştî Diyar Xerîb, hevalên me Demhat û Cemîl bi îstîxbarata şebekeyên bi vî rengî yên kuştinê hatin qetilkirin. Kesê ku li Hewlêrê hate kuştin, ji bo komkujiyên bi vî rengî bike di bin destnedana konsolosxaneyê de dixebitî û li dijî qanûnên Başûrê Kurdistanê sûc dikir. Sûcê kuştina Kurdan bi derfetên Kurdan dikir.
Li dijî vê şebekeya sûc a ku qanûn, hiqûq, pîvan û nirxên mirovahiyê nas nakin, komek ji ciwanên Kurd bi hestên welatparêziyê, bi hêrsa li dijî dijmin çalakî kiribin, ev yek ji bo gelê Kurdistanê tenê cihê kêfxweşiyê ye.”

KCK’ê da zanîn bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurd wan hê ji roja destpêkê ve ragihand ku ti eleqeya wan bi vê çalakiyê re nîne diyar kir ku yekemcar di dîrokê de rêveberiyeke Kurd ji ber sedemên siyasî cezayê îdamê li du ciwanên Kurd dibire.

KCK’ê diyar kir ku ji bo gelê Kurd, her du ciwan li gorî pîvanên hiqûqa şer divê tavilê bên berdan û got,

“Bicihanîna cezayê îdamê wê were wateya normalkirina kiryarên vî kujerê rayedarên MÎT’ê, wê bê wateya rewakirina cezayê îdamê. Hestên welatparêziyê û wijdanê mezin ê gelê Kurd vê yekê qet qebûl nake.”

KCK’ê destnîşan kir eger bi navê kêfxweşkirina dewleta Tirk, PDK bikeve nava hewldaneke bi vî rengî wê ev yek ji bo wan bibe rewşeke ji şaşitiyeke dîrokî, lewma helwesta herî rast berdana her du ciwanên Kurd e û got;

“Nepêkane ku em biryareke bi vî rengî qebûl bikin”

KCK’ê bang li gelê Kurd, saziyên demokratîk, siyasetmedar û rewşenbiran kirk u ji bo berdana her du ciwnanên Kurd bikevin nava tevgerê.

Back to top button