Dewleta Tirk gundên Amûdê, Dirbêsiyê û navçeya Zirganê topbaran kirin

Bi se’etên destpêkê yên rojê re, careke din topbarana dewleta Tirk li ser herêmê destpê kir.
Vê carê jî gundên Dirbêsiyê û navçeya Zirganê bûn armanc.

Nûçegihanê me ragihand artêşa Tirk di se’etên sibehê de 3 gundên Dirbêsiyê dan ber topan.

Ev gund jî, Qermane, Şemsûrê û Çetelê yên rojavayê navçeya Dirbêsiyê bûn.

Ji bilî gundên Dirbêsiyê, nûçegihanê me ragihand di heman wextî de navçeya Zirganê jî rastî êrişan hat.

Piştî van deveran gundê Xanika yê Amûdê jî hat topbarankirin.

Tevî wan Dewleta Tirk gundê Til Zîwan ê Qamişlo û gundê Xanîka yê Amûdê jî kirin armanc.

Hêzên Asayişê jî der barê êrişên îro de, daxuyaniyek da û ragihand serê sibehê artêşa Tirk a dagirker hejmareke gundên sînorî topbaran kirin.

Şevê din û weke her roj derdora Til Rifetê, gundên Şehba û Şerayê jî hatin topbarankirin.

Back to top button