Mîhrîcana Orkêş ku li navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo destpê kir, îro di roja xwe ya sêyem de dewam kir.
11’ê Gulanê ango berî du rojan bi dirûşmeya ” Bi dengê pîroz, şoreş ava dibin” mîhrîcana 2. a Orkêş li Qamişlo dest pêkir.
Îro di roja sêyem a mihrîcanê de, Komên stran û muzîkê ji bajarên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhemên xwe pêşkêş kirin.
Ji bajarê Qamişlo koma Botan, ji Hesekê koma Tolhilda û Gerstêrk û koma Roja Welat ji Gundê Girbawî yê Qamişlo berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin.
Her weha Komên Ruqaq û Koma Reqa a zindîkirina filklor yên bajarê Reqayên stran bi zimanê erebî gotin.
Hin hunermend ji derve jî, bi rêya dîmen tevlî mîhrîcanê bûn.
Hêjayî gotinê ye ku 24 kom beşdarî mihrîcanê bûne û di roja dawî de dê komên beşdar werin xelatkirin.