Artêşa Israîlê nuqteyên tevgera Cîhad li Xezayê bombebaran kirin

Şerê di navbera artêşa Israîlê û Tevgerên çekdar yên Filestînî di roja 5’an dewam dike.
Artêşa Israîlê nuqteyên Tevgera Cîhada Isramî ya Filesînî yên li Xezayê kirin hedef.
Tevgera Cîhadê bi moşekan herêmên Israîlê bombebaran kirin.

Sêşema borî artêşa Israîlê li dijî Tevgerên Çekdarî yên Filestînî operasyonek da dest pê kirin.

Gelek fermandarên Tevgera Cîhadê kuştin û navendên wan yên li Xezayê anîn xwarê.

Vê sibê balafirên şer yên artêşa Israîlê nuqete û navendên Tevgera Cîhada Islamî yên li Xezayê kirin hedef.

Li Nabilsê jî artêşa Israîlê êrişî Kampa Belata ya Koçberan kir û 2 ciwanên Filestînî kuştin.

Artêşa Israîlê bi daxuyaniyek eşkere kir ku wan îro li Xezayê li dijî tevgera Cîhad êrişek dijwar pêk anî.

Ji aliyê xwe ve, Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Îsraîlê Tisahî Hincibî axivî û diyar kir ku li gel tevgera Cîhad 6 hezar moşke hene û li gel tevgera Hemas jî 4 qat ji vê hejmarê heye.

Tevgea Cîhad bi moşekan herêmên Israîlê kir hedef

Tevgera Cîhada Islamî ku piştî Tevgera Hemas ya herî mezin e bersiva êrişên Israîlê da.

Tevgerê bi moşekan gelek herêmên cuda yên Israîlê bombebaran kirin.

Tevgera Cîhad ya Filestînî amedarkiyên xwe ji bo şerkî bi Isralê ku bi mehan dirêj bike, kir.

Di destpêka şer ve heta niha 33 Filestînî ji wan 6 fermandarên Tevgera Cîhad hatine kuştin û 111 kes jî birîndar bû.

Her wiha di êrişên tevgerên Filestînî jineke Israîlî hate kuştin.

Navbeynkariya Mirsirê ji bo rawestandina şer

Wezareta karên Derve ya Ameîrîkayê teqezî li ser girîngiya rawestandina şer kir.

Tevî hewldanên Navbeynkariyê yên Misrê ji bo rawestandina şer, her dawî çavkaniyek mesrî ragihand ku danûstendinên ji bo rawestina şer bi temamî hatin seknandin.

Di şerê 3 rojan ê di navbera Gazze-Îsraîlê de 31 kes hatin kuştin

Back to top button