KJK: Em bi hev re li ber her cureyên tundiyê rabin

Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) têkildarî êrişên dewleta tirk a dagirker û hedefgirtina jinan daxuyaniyek da.

KJK’ê got, em bi hev re li ber her cûre tundiya li jinê rabin!. Xeleka ku em bi hev re ava bikin, veguherînin dîwarekî li pêşiya nijadperestî û mêtingeriyê.

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (KBDH) di daxuyaniya xwe de êrişa dewleta tirk a dagirker li Helincê pêkanî şermezar kir

Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) û Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan têkildarî êrişa dewleta Tirk a dagirker a 23’yê heziranê li gundê Helincê ya Kobanê pêk anî û hedef girtina jinan daxuyaniyek da.

KJK’ê destnîşankir ku tundî û êrişên li ser jinan tê kirin bingeha xwe ji krîza sîstema kapîtalîst a baviksalar digre û got;

KJK: Divê em stratejiya berxwedanê ya hev par a jinên cihanê pêş bixin

“Krîz û kaosa ku sîstem hebûna xwe bi mêtîngeriya jinê dewam dike, ji bo hemû civakan dibe xeteriya herî mezin. Li dijî pêlên êrişên sistema desthilatdar ku li hember zanabûn û têkoşîna jinê keleman avadike, weke jinên cîhanê divê em stratejiya berxwedanê ya hevpar ji herdemê zêdetir pêş bixin.”

KJK: Hêzên navnetewî êrişên dewleta Tirk a dagirker pêk tîne erê kirine

KJK’ê di daxuyaniya xwe de balkişande ser hedefgirtina jinên pêşeng û got;

“Dewleta Tirk ku piştî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, hewl dide li hemberî Kobanê jî êrîşeke dagirkeriyê bide destpêkirin. Ji ber Kobanê bajarekî sembola şoreşa jinê ye. Hêzên navnetewî yên dijminê jinan ev êrişên dewleta tirk a dagirker pêk tîne erê kirine.”

KJK: Li Efrînê ne tenê qirkirina çandî heman demê qirkirina jinê jî pêk tê

KJK’ê têkildarî sucên mirovahîyê ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê li jinê pêktîne jî wiha anî ziman;

“Îro li Efrînê tenê êrîşên qirkirina çandî û paqijiya etnîkî nayên kirin, di heman demê de qirkirina jinê jî pêk tê. Ev êrîşên qirkirinê yên li dijî jinan ku em li Kurdistanê rûbirû mane, li çar aliyên cîhanê jî bi heman rengî tê meşandin.”

Komalên Jinên Kurdistan# (KJK) di dawiyê de banga hevgirtin û bilindkirina têkoşînê li tevahî jinên cihanê kir.

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan KBDH: Hesabê zehra berkelan wê bê pirsin

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (KBDH) di daxuyaniya xwe de êrişa dewleta tirk a dagirker li Helincê pêkanî şermezar kir û wiha got;

“Kobanê girêkeke ku di ber dewleta faşîst a dagirker de maye. Dewleta Tirk a dagirker di şexsê Zehra Berkel xwe li diyarkirina çarenûsa gelê Kurd ranegirtiye, êrişî jinên bingehê jiyana azad dihunin dikin.”

Back to top button