Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got, hikumeta Şamê ji tevliheviya li Hesekê û Qamişlo berpirsyar e û teqez kir ku ew ê tevahî welatiyên Sûriyê biparêze û nehêle biratiya li herêmê were têkbirin.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî tevlihevî û bûyerên ku li Hesekê û Qamişlo rû didin, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
“Çekdarên Dîfaa Wetenî projeyên xwe yên belavkirina fitneyê di navbera pêkhateyên gel de didomînin, nemaze ku beriya demekê bendên me yên ewlehiyê yên li bajarê Qamişlo kirin hedef û îro jî nuqteyên me yên li Hesekê jî kirin hedef û bi desteka aliyên derve derew û fitneyan diafirînin.
Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn teqez bi yekitiya xwîna sûrî dikin. Em ê erka xwe ya parastina tevahî sûriyan bi cih bînin. Em berpirsyartiya tevlihevî û aloziyên ku çêdibin hildigirin ser hikumeta Şamê ya li Hesekê. Li hember her xeterî an fitneyekê ku biratî û hevgirtina niştimanî ya li herêmên me dike armanc, em mafê parastina rewa bi kar tînin.”