HPG: 22 leşker hatin kuştin û derb li 2 helîkopteran hate xistin

Bi nêzbûna pêngava 15’ê Tebaxê re, gerîla li kurdistanê derb li ser derbê li dagirkeran dixin. Gerîlayan ji 7 baskan ve li Heftanînê dor li dagirkeran girtin û 22 leşker û kontrayên dewleta tirk a dagirker hatin kuştin.

Her wiha derb li 2 helîkopteran xistin. Li Sêrt a bakurê kurdistanê jî gerîlayên YJA Starê çalakiyên bi bandor pêk anîn û 12 leşkerên dagirkeriyê hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên li Heftenîn û Şêrt a bakurê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir ku 8’ê Tebaxê li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê di çarçoveya Pêngava Cenga Heftanînê de derbên giran li artêşa Tirk a dagirker hatine xistin.

HPG’ê di berfirehiya daxuyaniya xwede ev agahî parvekirine.

Şeva 7’ê Tebaxê artêşa tirk a dagirker bi piştgiriya kontrayan li geliyê Pîrbûlayê dest bi hewldana dagirkeriyê kir.

Gerîlayan yekîneyên dagirkeriyê xistin bi kontrolê û 8’ê Tebaxê li dijî wan çalakî pêk anîn.

Di çalakiya ku ji 7 baskan ve hate lidarxistin de, 22 leşker û kontrayên dewleta tirk hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn.

Her wiha di pêngava şoreşgerî de, derb li 2 helîkopterên Skorsky û Kobra hat xistin.

Gerîla çûn ser cenazeyê gelek dagirkeran û çek û alavên leşkerî jî ketin destê gerîlayan.

Hêzên dagirkeriyê ku derba dîrokî xwarin neçar man ji qadê birevin.

HPG’ê dazanîn ku di encama şerê li herêmê de gerîla Warşîn bi rihê fermandar Egîd bi rengê fedayî li dijî dagirkeriyê şer kir û şehîd bû.

Artêşa tirk di dema şer de êrişî wesayîteke sivîlan kir û baxçeyên şêniyan şewitand.

Di saetên şevê de jî dagirkeran bi balefirên şer derodora Bîrbûla û Mînîn bombebaran kir.

Di vê êrîşê de, tenê ziyan li bax û baxçeyê gundiyan bûye.

HPG: Li Sêrtê 12 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin

Di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de gerîlayên YJA Starê ji bo silavkirina salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê, 8’ê Tebaxê li navbera gundên Hêşet û Osyanê yên navçeya Berwarî ya Sêrtê, li dijî konvoyeke artêşa Tirk çalakiya sabotajê kirin.

Di çalakiyê de wesayiteke zirxî ya bi tîpa kîrbê hate teqandin, 12 leşker hatin kuştin.

HPG’ê ragihand ku di encama çalakiyên li Heftenîn û Şêrtê de bi giştî 34 leşkerên dagirkeriyê hatine kuştin û derb li 2 helîkopteran hatiye xistin.

HPG’ê her wiha eşkere kir ku di oparasyona dagirkeriya dewleta tirk a 30’ê Tîrmehê li qada Çiyayê Gabarê yê Şirnexê da despêkirin û heta 5’ê Tebaxê dewam kir de, gerîla Rohat, Brûsk û Botan şehîd bûn.

Back to top button