Rêveberiya xweser:helwetsa me ya derbarê diyalogên Sûrî de heman e û qet nayê guhartin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bersiva Wezareta Derve ya Rûsyayê ya derbarê helwesta Rêveberiyê ya beşdarbûna nava diyalogan da.
Rêveberiyê diyar kir ku helwetsa wê ya derbarê diyalogên Sûrî de heman e û qet nayê guhartin.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniya xwe de wiha got:
Ji beriya salekê ve me nexşeya çareseriyê ku amade kiribû û îsrara xwe ya girîngiya çareserî û diyalogan diyar kiribû, pêşkêşê aliyê Rûsî kir.
Serkeftina her prosesekê girêdayî du aliyên sereke,yek cidiyeta helwestê ye.
Di vî aliyê de Rêveberiya Xweser amade ye ku bi Şamê re diyalogan bike.
Ya duyemîn jî rol û xebata hêzên aktîv û girîng di Sûriyê de û di serî de rola Rûsya.”
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku hebûna Amerîka û vegera wê girêdayî gelek aktoran û hesabên navdewletî û ti carî naveke çarçoveya xebata rêveberiyê ya ber bi diyalogan ve.
Li ser vê yekê, divê dewletên aktîv ên bi diyalogên der barê rewşa Sûriyê de destekê bidin vê helwestê û pêş bixin.

Leave a Reply

Back to top button