Şaneya Aloziyê li herêma Firatê rêzetedbîr girtin

Di demên dawîn de Vîrûsa Corona li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî belav bû.
Bi belavbûan Vîrûsê re li herêmê tedbîr hatin girtin, herî dawî li kobanê jî şaneya aloziyê gelek tedbîr gitin.
Li aliyekî din Hevseroka Komîteya Tenduristiyê ya kantona Hesekê Sîham Mele Elî got: Divê şênî nexweşiyê cidî bigirin û tedbîrên pêwîst paşguh nekin, da ku pêşî li belavbûna vîrusê were girtin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her diçe Vîrûsa Corona belav dibe.

Piştî ku yekem rewş bi vîrûsa Coronayê li Kobanê hat tomarkirin, şaneya aloziyê ya herêma Firatê rêzetedbîrên girtin.

Rêze tedbîrên ku ji bilî rewşên nexweşiyê, dermanên tenduristî û stêrên petrolê, madeyên xwarinê û rêxistinên mirovî hatine girtin wiha ne:

-Ketin û derketina ji herêma Firatê qedexe ye.

-Li tevahî holan şahî, werzîş, qehwexane, gulîstanên giştî qedexe ne.

-Xwaringeh tenê li ser pêkanîna xwestekên derve dixebitin.

-Lidarxistina baweriyên olî, cihên nimêjê û konên şînê qedexe ne.

-Serdana nexweşxane û girtîgehan qedexe ye.

-Xebata perwerdeyê li dibistan, zanîngeh, baxçeyên zarokan, peymangeh û akademiyan qedexe ye.

Li gorî şaneya aloziyê ev biryaran ji dema derketina wê û heta 18’ê Tebaxê dewam dike.

Sîham Elî: Divê şênî tedbîrên pêwîst paşguh nekin

Bi zêdebûna belavbûna vîrûsa coronayê, Hevseroka Komîteya Tenduristiyê ya kantona Hesekê Sîham Mele Elî şênî hişiyar kirin û got:

“Divê şênî vîrûsa Coronayê cidî bigirin û tedbîrên pêwîst paşguh nekin da pêşî li belavbûna vîrûsê were girtin.

Back to top button