4’emîn mîhrîcana Şehîd Bawer Agir hat lidarxistin

Li Kobanê bi dirûşma ′Bi rihê berxwedana gerîla em ê azadiya Rêber Apo pêk bînin û di cenga azadiyê de bi ser kevin′, 4′emîn Mîhrîcana Şehîd Bawer Agir a çand û hunerê û werzîşê pêk hat.

Mîhrîcan ji bo rojekê tenê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ve hat birêxistinkirin.

Di mîhrîcanê de endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê -Herêma Firatê, Mihemed Mehmûd axivî û destnîşan kir ku ewê bi îrade û israra xwe li hemberî êrîş û planên dewleta Tirk a dagirker bisekinin.

Mihemed Mehmûd banga tevlîbûna pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Piştre koma Botan a girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê stan gotin û Koma Şîlan jî govend gerandin.

Her wiha pêşberka kişkê, maratona biskîlêtan û lîstikek futbolê hatin birêxistinkirin.

Bawer Agir (Ehmed Akyoz) 13′ê Cotmeha 2019′an de bi encama bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker de li gundê Hiwêcê yê Girê Spî şehîd bûbû.

Back to top button