Remedan El-Rehal: Bêdengiya li hember bikaranîna çekên kîmyewî tê wateya hevkariyê

Şêxê eşîra El-Elî ya Reqayê Remedan El-Rehal jî bertek nîşanî bikaranîna çekên Kîmyawî da û anî ziman ku ku bêdengiya li hember vî sûcî tê wateya hevkariyê. 

Remdan El-Rehal diyar kir şerê li dijî Kurdan di heman demê de li dijî Ereban e jî û da zanîn ku dewleta Tirk bi vê yekê tevahî peymanên navneteweyî bi pê dike.

Şêx El Rehal got:

“Bêdengiya civaka navneteweyî destûrê dide Tirkiyê da ku van çekan bi kar bîne”.

Remdan diyar kir ku hevkariya hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî bi Tirkiriyê re hiştiye ku dewleta Tirk çekên kîmawî bi kar bîne.

Di dawiya axafina xwe de Remdan El-Rehal banga rêgirtina li hember planên dewleta Tirk ên qirkirina Kurdan kir.

Back to top button