Li ser kirinên wê yên dawî, Hozan Seyîdxan eşkere kir ku PDK dixwaze bi tunekirina Kurdên berxwedêr hebûna xwe bidomîne.
Hozan Seyîdxan eşkere kir dewleta Tirk a mêtinger li hember berxwedana gerîla têk çûye û anî ziman ku xiyaneta PDK’ê ya di demên dawîn de nayê qebûlkirin ji ber pêşî li destketiyên Kurdan digire.
Seyîdxan anî ziman “Mixabin ne pêkan e ku di dîroka Kurdan de xiyaneteke wiha ku îro PDK’ê dike, were dîtin.”
Seyîdxan bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî û qedexekirî dest bi êrişan kiriye û tekez kir divê hemû hunermend û rewşenbîrên Kurd li van êrîşan û li dijî nêzîkatiyên PDK’ê tev bigerin û nerazîbûna xwe nîşan bide.