Biden: Em ê Îranê azad bikin

Dengê serhildana li Îranê ji aliyê din yê cîhanê hate bihistin.
Amerîka ya ku danûtandinên bernameya peymana nukleerî ya Îranê dayî rawestandin, di ser xwepêşandêran re êrişî Tehranê kir.
Serokê DYA Biden got:
Em ê Îranê azad bikin.

Piştevaniya bo xwepêşandên li Îranê ji bajarê Kalîforniya hat.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Joe Biden di axaftina xwe ya li çalakiya Partiya Demokrat a li Kalîforniyayê de axivî.

Di çalakiya ku bo hilbijartina navberê ya 8’ê Mijdarê ku wê bo diyarkirina endamên Kongresê pêk were de îşaret bi rewşa li Îranê kir.

Biden got,

“Xem neke, em ê Îranê azad bikin.

Ew ê di demeke nêz de xwe azad bikin.”

Biden têkildarî çawaniya wê yekê jî ti daxuyanî neda.

Rejîma Îranê jî di her fersendê de xwepêşandêrên li welat ji bo azadiyê daketine qadan jî bi porvakasyon û destwerdana ji derve pênase dike.

Rejîm di nava rojên dawiyê de bi cezayên darvekirin û zindanê dixwaze dawî li xwepêşandêran bêne.

Lê dengê ji kolanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bilind dibe dijberî vê yekê nîşan dide.

Ji Waşîngton û Tehranê cezayên nû

Rêvebiriya Waşingtonê jî herî dawî bi îdiaya Îran balafirên bêmirov daye Rûsya û Moskow ew li dijî Kîevê bikar aniye, cezayên nû li ser ferz kiribû.

Lê rêveberiya Tehran di her daxuyaniyekê de vê yekê red dike.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî careke din di daxuyaniya çapemeniyê de ev yek red kir.

Kenanî îdia kir ku wan ti çek ji bo Rûsya ne şandine.

Her wiha Îranê jî li hemberî vê 1’ê Mijdarê, bi hinceta “tehrîkkirina tundûtûjiyê li welêt û destwerdana karûbarên navxweyî” ceza li 10 kes û 4 rêxistinên Amerîkayê ku di nav wan de rayedarên payebilind ên sivîl û leşkerî jî hene, sepandibû.

Back to top button