Jenin Blashart: Nêçîrvan Barzanî dikare para Başûr ji budceyê bipeyitîne

Nûnera NY ya li Iraqê Jenin Blashart da xuyakirin ku Nêçîrvan Barzanî dikare para Başûrê Kurdistanê ji budceya 2021’ê bipeyitîne.

Jenin Blashart duh di hevdîtina digel serokê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de, da zanîn ku yê dawî dikare para herêmê ya bucdeya Iraqê ya sala 2021’ê bipeyitîne.

Blashart û Barzanî di civînê de pêwîstiya çareserkirina kêşeyan li gorî hîmên destûra Iraqê nîqaş kir.

Seroka Bloka PDK’ê ya li parlemena Iraqî Viyan Sebrî, di vê derbarê de ji Rojnameya Şerq El-Ewsetê re anî ziman ku guftûgoyên Başûr û Iraqê bi armanca gihîştina lihevkirineke dawî, berdewam in.

Viyan Sebrî destnîşan kir ku herêm, ne li dijî radestkirina rojane ya 250 bermîlên neftê bo Bexdayê ye, lê divê hikûmeta federal jî li gorî qanûn û destûrê, mafên Başûr bidiyê.

Li gorî palamentera PDK’ê Meyada El-Necar, şandeyeke herêmê dê di van rojên bê de, ji bo bidawîkirina mijara budceyê, serdana Bexdayê bike.

Back to top button