Dagirkeran gundê Ezîziyê yê Serê Kanî veguherand baregeheke leşkerî

Li Serê Kaniya dagirkirî, dewleta Tirk gundên ku dagir kirine, veguherandiye baregehên leşkerî.

Ajansa Nûçeyan ANHA ragihand ku dewleta Tirk gundê El-Ezîziya yê girêdayî Serê Kaniyê piştî xelkê wê koçber kir, malê wan talan kirin, ew veguherand baregeheke leşkerî.

Dagirkeran paşê bi bendan hawîrdorê gund dorpêç kir.

Di heman çarçoveya guhertina demografîk de, Tirkiyaya dagirker her wiha Dawidiya, Bab Ferec, Mirêkîz, Amiriya û bi dehan gundî jî, kirine baregehên leşkerî.

Back to top button