Rêjîma Sûriyê ji bo girtiyên ku Esed li ser malperên civakî rexnekiribûn efû derxist

Hikumeta Şamê beriya hilbijartinan ji bo 400 girtiyên ku li ser malperên civakî Beşar Esed rexnekiribûn efû derxist.

Ev gav ji hêla hiqûqnasan ve bo bidestxistina rayeke giştî berî dema hilbijartinan pêk hat.

Ajansa Reuters’ê raghand ku jimareke girtiyên ku bi sûcdariya ilkitronî li Sûryê hatibûn girtin, derheqê wan de efûyeke serokatî derket; ku berî dema hilbijartinan serbest werin berdan.

Girtiyan bi awayekî nerasterast şexsê Esed rexne kir, çimkî yê ku rexneya aşkere lê bike, li gorî zagona Sûryê darve dibe.

Lêkolînera karûbarê Sûryê Sara Kiyalî ya di dezgeha Human Rights Watch de got ku mebest ji vê gavê di vê demê de, rewakirina hilbijartinan e.

Li gorî Reuters’ê zêdeyî 60 kesî ji serbestberdanan ji zabit, dadwer, çavdêrên gumrik, rojnamevan û hin pîşeyine din ku di nava civaka Sûrî de naskirî ne, hene.

Di dawiyê de Reuters’ê diyar kir ku tenê dijberên Esed yên ku ji çendê salan ve di zindanan de ne, efû wan hilnagire.

Back to top button