Çavdêriya Sûrî ya mafên mirovan ragihand ku, şeva borî hêzên Rejîma Sûrî jimarek gundên li başûrê Idlibê topbaran kir.
Rejîmê her wiha, bajarokê Kefer Eme ê li derdora gundê Tiqad li rojavayê gundewarê Helebê jî topbaran kir.
Ev topbaran di demekê de tên ku, agirbesta Putin-Erdogan derbasî roja 33’an dibe, hemwextî wê jî dronên Rûsî li ser herêmê digerin.
Çavdêriya Sûrî eşkere kir jî, ku duh li eniya Sefohin a li Cebel el-Zawiye mayînek teqiya, di encamê de serçeteyekî meydanî yê Ehrar El-Şam hat kuştin.