Ciwanên Marsîlya polîtîkayên qirkirinê şermezar kirin

Ciwanên Kurd ên li Fransa bi armanca şermezarkirina polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan, çalakî hildan.

Ji bo teşhîrkirina êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan, li bajarê Marsîlya yê Fransayê, ciwanan pankart hildan.

Ciwanan êrîşên dewleta Tirk teşhîr kirin û ji Konseya Ewropayê ku dengê xwe nake, xwest ku bi erka xwe rabibe..

Her wiha daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Piştre fermandarên di êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên berpêyî Şengalê de şehîd bûne, hatin bibîranîn.

Ciwnan da xuyakirin ku ew ê bi armanca teşhîrkirina faşîzma dewleta Tirk her hefte wê çalakiya xwe dewam bikin.

Back to top button