Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan û êrîşên dagirker yên artêşa Tirk de daxuyanî da û ragihand ku gerîlayan li qada Kirê Kor ê Îdirê balafirek keşfê xistin xware.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin:
Di êvara 20’ê Mijdarê de li qada Kirê Kor a Îdirê hêzên gerîla balafirek keşfê ya bê mirov a artêşa Tirk xiste xware.
HPG der barê êrîşên balafirên artêşa Tirk yê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî ev agahî dan:
20’ê Mijdarê danê sibê balefirên şer qada Dola Botê ya Qendîlê, Gelîyê Goşînê, Çil û Çar a Xakurkê bombebaran kirin.
Di êrîşa hewayî ya li ser Xakurkê de 4 gerîla şehîd bûn û nasnameya wan wê piştre werin eşkerekirin.
NAVENDA RAGIHANDIN Û ÇAPEMENIYÊ YA