Emerîka û Ewrûpa piştgiriya ku dide opozîsyona Sûrî radiwestîne

Hat diyarkirin ku Emerîka û Ewrûpayê jî dixwazin Artêşa Niştimanî a Sûriyê ya çeteyên dewleta Tirk bikeve lîsteya terorê.
Li gorî agahiyan, Emerîka û welatên Ewrûpî bi biryar in ku êdî piştgiriya opozîsyona Sûrî nekin.

 

Piştî êrîşên dagirker yên dewleta Tirk a li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriyê 21 welatên Ewropî bi yek helwestê banga cezakirina komên çete yên Artêşa Netewî ya Sûrî ya dewleta Tirk dikin.

Li gorî çavkaniyên taybet ku ji televîzyona Sûrî re axivîn, Ewropa û Emerîka biryara rawestandina piştevaniya opozîsyona Sûrî dane.

EWRÛPA DIXWAZE ÇETEYÊN DEWLETA TIRK BIKEVIN LÎSTEYA TERORÊ

Çavkaniyan destnîşan kir ku ev welat dibînin ku Artêşa Netewî ya Sûrî ya girêdayî dewleta Tirk, beşdarî operasyoneke leşkerî ya ne-qanûnî bûne û li dijî sivîlan hemû cûreyên sûcên şer kirine.

Li gorî agahiyan li Enqereyê û li Stenbolê bi yek ji nûnerê taybet yê Sûriyê Jeffrey re civîn pêk hatiye.

Di her du civînan de muxalefetê hewl da dîsa têkiliyên xwe pêş bixe, lê Emerîka û Ewropa ev red kirine.

Dîsa li gorî agahiyan, herdu alî binpêkirinên ku van çeteyan li bakurê Sûrî kirine jî, teqez kirin.

Ji roja ku êrîşên dagirker yên li dijî herêmê destpêkirin, sûcên şer yên dewleta Tirk û çeteyên wê ji aliyê herkesî ve hatin dîtin.

Ev sûcên şer, di bikaranîna çekên kîmyewî yê li Serê Kaniyê, di kuştina hovane ya siyasetmedar Hevrîn Xelef û gelek bûyerên din de eşkere bûn.

Tê zanîn, Ewrûpa piştevaniya hemû çalakî û xebatên muxalefetê ya siyasî û projeyên hikumeta demkî dike.

Leave a Reply

Back to top button