“Abdullah Ocalan û girtiyên din ê siyasî divê bên berdan”

Konferansa “Azadî ji Abdullah Ocalan re…aştî û istîqrar li Cîhanê” bi encamnemeyekî bi dawî bû.
Di encamnameya konferansê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan hate kirin

Beşdarvanên Konferansa “Azadî ji Abdullah Ocalan re…aştî û istîqrar li Cîhanê” doh di roja xwe ya dawî de li ser mijarên weke girîngiya konfederaliyê li Rojhilata Navîn, avakirina Sûriyeyek demokratîk, serbestberdana Rêber Ocalan û hemû girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê û nexşerêya ber bi demokrasiyê ve axivîn.

Nûnerê Rêveberiya Xweser a li Lubnanê Ebduselam Ehmed diyar kir ku gelek artêş li ser xaka Sûriyeyê mîna Amerîka, Brîtanya, Fransa, Îran, Rûsya û dewleta Tirk a dagirker hene.

Her wiha piştr e Hevserokê Koma Xebata Kurdî ya Mafên Mirovan a Afrîkaya Başûr Mehmûd Batil jî axivî.

Batil da zanîn ku tevlî doza Rêber Ocalan ji dadgehên Ewropî, Tirkî û cîhanê re hatiye veguhastin, lê Rêber Ocalan hîna girtî ye û derbasî sala xwe ya 25′an dibe.

Li ser perspektîfên Rêber Ocalan ên çareserkirina doza Kurd li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn bi giştî Batil got:

“Divê wek Rêber Ocalan gotiye agirbest bê ragihandin, diyalog dest pê bike û gavên destûrê ji bo çareserkirina doza Kurd bên lêkolînkirin û serbestberdana Rêber Ocalan weke kilîta çareserkirina doza Kurd e.”

Piştî nîqaşên berfireh Konferans bi encamnameyeke bi dawî bû

Di encamnameya konferansê de hat destnîşankirin ku astengkirina hevdîtina Rêber Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên wî re tê wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî û wiha hate gotin:

“Em bang li hikumeta Tirk dikin ku demildest destûrê bide Rêber Abdullah Ocalan bi parêzer û malbatê xwe re hevdîtin bike.

Rêber Ocalan hêza çareseriya aloziya Rojhilata Navîn e, divê Tirkiye demildest Rêber Ocalan û giriyên din berde

Di encameyê de her wiha bang hêzên siyasî yên Başûrê Efrîkayê, hat kirin ku di têkoşîna ji bo azadî, rûmet, demokrasî û mafên mirovan de bibin piştgirên doza gelê Kurd.

Konferansê, bang li Hikumeta Başûrê Efrîkayê, SACP, zextan di hikumeta Sûriyeyê re rabike da ku bi gelê Kurd re dest bi hevdîtinê bike.

Her wiha di encamnameyê de êrişên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî û Başûrê Kurdistanê jî hate şermezar kirin.

Back to top button