Rûspiyên êlên kantona Reqayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kirin û diyarkirin ku dê li hemberî êrişan bêdeng nemînin û herêmên xwe biparêzin.
Rûspiyê êla Tay a Reqayê Elî El Taî anî ziman ku rûspiyên Reqayê yek in û dê li hember êrişan bêdeng nemînin û wiha got:
“Gelê Sûriyê destwerdanên derve qebûl nake û dê bi yekhelwestî li hember wan êrişan bisekine.”
Rûspiyê êla El Ulî Şêx Remadan El Rehal jî îşaret bi wê yekê kir ku dema Erdogan hevgirtina xelkê herêmê dît, yekser êriş sivîl û binesaziya herêmê kir û wiha domand:
“Nexweşxaneyên Kobanê jî bombebaran kir.
Ev sûc hovane ye, diyar e ku berê plan jê re hatiye kirin.
Erdogan dixwaze DAIŞ`ê vejîne mîna ku berê plan kiriye û DAIŞ derbasî herêmê kiriye.”
Xelkên Eyn Îsayê: Em ê dest ji xeta berxwedan û têkoşînê bernedin