Partiya Sûriye ya Pêşerojê ya Dêrazorê konferansa xwe ya 3’an li dar xist

Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Dêrazorê Konferansa xwe ya 3′yan li darxist.
Di encama konferansê de hevserok hatin guhertin û ji bo meclisa nû jî 35 endam hatin hilbijartin.

Konferans bi dirûşma “Partiya me paşeroja me ye, Rêveberiya me misogeriya me ye, hêzên me serkeftina me ne, Sûriye me dike yek” li dar xist.

Di konferansê de rûspî, serokeşîr, siyasetmedar, leşker, nûnerên saziyên sivîl beşdarî bûn.

Endamê meclisa partiyê Ebqurezaq El Rehîm di konferansê de axivî û got:

“Dewletên derve hewl didin ewlehî û aramiyê me têk bibin.

Em jî ji bo têkbirina vê fikrê, li pişta hêzên xwe, Hêzên Sûriyeya Demokratîk-QSD’ê ne.”

Piştre karê partiyê li Dêrazorê di aliyê rêxistinî de hat nirxandin.

Teqezî bi pêşxistina rexnekirinê û xwedîderketina li erkên partiyê û endamên wê hat dayîn.

Mecliseke nû ji 35 endaman ku tê de jin û ciwan cih girtin hat hilbijartin.

Tamir El Şemerî wek serokê meclisê û Muna El Hemadî wek cîgira seroketiya meclisê hatin erkdarkirin.”

Back to top button