NATO: Em amade ne bi salan piştevaniya Ûkrayna bikin

Sekreterê Giştî yê NATO`yê Stoltenberg diyar kir ku NATO amade ye li dijî Rûsyê bi salan piştgiriya Ûkraynayê bike û çekên nû bidê. Li aliyekî din jî Moskowê da zanîn ku ev yek gefan li ewlehiya Ewropayê dixwe.

NATO di mijara şerê Rûsya yê li Ûkrayna de, nerazîbûna xwe bi dengek hîn bilintir tîne ziman.

Li gorî raporeke rojnameya Le Monde a Fransayê bi hevkariya gelek dewletên Ewropayê ya di rojên dawî de ragihand, hin pispor pêşbîn dikin ku ev gav pêşdeçûna artêşa Rûsyayê li Donbassê asteng dike.

Di heman demê de ragihand ku piştgiriya Ewropayê bi şandina sotemeniyê, alavên parastinê û çekan dest pê kirî, di rojên dawî de veguherî alavên wekî tank, helkîopter û panzêran.

Brîtanyayê jî banga zêdekirina çekên ji Ûkraynayê re û radestkirina balafiran kiribû.

Her wiha dabû zanîn ku hewcedariya demê bi wêrekiyê heye.

Londonê diyar kiribû ku divê xwe ji şerê demdirêj re amade bikin û hîn zêdetir piştgiriya Kîevê bikin.

Di heman demê de Hollanda, Estonya, Çekya, Fransa û DYA’yê bi şandina çekan piştgirî ji Ûkraynayê re ragihand.

Li hemberî vê yekê Rûsyayê hişyariya li ser van kiryaran da û Kremlînê ragihand ku çekên ji Ûkraynayê re tên, gefan li ewlehiya Ewropayê dixwin.

Sekreterê giştî yê NATO`yê Jens Stoltenberg anî ziman ku NATO amade ye li dijî Rûsyayê bi salan piştgiriya Ukraynayê bike.

Stoltenberg di Lûtkeya Ciwanan a li Brukselê de got:

“Divê em demeke dirêj di amadekariyê de bin û muhtemel e şer meh û salan dewam bike.”

Stoltenberg diyar kir ku Rojava dê zexta li ser serokê Rûsyayê da ku liv û tevgera leşkerî ya li Ukraynayê bi dawî bike, bidomîne.

Back to top button