Rûsya bi moşekan êrişî Kîevê kir

Moskow ji bo êrişî Kîevê neke, êdî tikesî nas nake. Di dema serdana Sekreterê Giştî yê NY Guterres bo Kîevê de, Rûsya bi moşekan êriş pêk anî. Serokomarê Ûkrayna Zelensky got, Ev êriş biçûkxistina NY ye. Brîtanya jî ragihand ku Ûkrayna dikare êrişî li dijî xetên artêşa Rûsya ji bo leşkerî bikar tîne bike. Li dijî vê yekê Moskow bertek nîşan da û got: Êdî hewil nedin, sebra me hîn zêdetir biceribînin.

Di dema serdana Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bo Ûkraynayê de, Rûsya êrişî Kîevê kir.

Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky ragihand ku jimara moşekên ku hatine avêtin 5’in.

Li gorî agahiyên ku rayedarên Ûkraynayê dane, yek ji wan moşekan li qatên jêrîn ên avahiyeke 25 qatî ya li taxa Şevçenko ya bajêr ketiye.

Hat diyarkirin ku di êrîşan de herî kêm 10 kes birîndar bûne û kesek jî lingê wî qut bûye.

Rûsya piştî civîna Zelnsky û Guterres bi saetekê rişî Kîevê kir

Êrîş bi qasî saetekê piştî civîna çapemeniyê ya hevpar a Guterres û Zelensky pêk hat.

Hema berî êrîşê, tê ragihandin ku Guterres li derûdora Bucha û Kievê kontrol kiriye da ku wêraniya ku ji ber şer derketiye bibîne.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY got, Guterres û ekîba wî sax in lê di şokê de ne.

Beriya ku Guterres biçe Ukraynayê, roja Sêşemê li Moskovayê bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re civiyabû.

Zelensky îdia kir ku ev êriş ji bo biçûkxistina NY pêk hatiye.

Li dijî bajarê Belgorod yê Rûsya êriş

Li gorî Reutersê, doh li bajarê Belgorod ê Rûsya yê li ser sînorê Ûkraynayê, du teqînên mezin pêk hatin.

Nayê zanîn ji ber çi teqînan çêbûne û kuştî û birîndar hene yan na.

Ûkrayna rasterast berpirsiyariya êrîşên li hundirê Rûsyayê negirt ser xwe, lê daxuyaniyek da û diyar kir ku tiştên ku qewimîn berdêla ya Rûsya kirî ye.

Îngilîstanê ragihand ku hedefgirtina lojîstîka Rûsyayê ji aliyê Ûkraynayê ve rewa bû, ev jî bû sedema berteka Rûsyayê.

Rûsya bo welatên Rojava: Êdî sebra me zêde neceribînin

Berdevka Wezîra Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova jî got:

“Li Rojava bi awayekî vekirî bang li Kîevê tê kirin ku bi çekên ji welatên NATO’yê hatine girtin êrîşî Rûsyayê bike.”

Di vê navberê de hikumet û mixalefeta Almanya şandina çekan ya ji bo Ûkrayna erê kirin.

Hemwextî tevgera di qadên siyasî de, li ser erdê jî şerekî dijwar didome.

Ûkrayna: 23,000 leşkerên Rûsya hatine kuştin

Serfermandariya Giştî ya Ûkraynayê bîlançoya şerê ji 24’ê Sibatê û heta 29’ê Nîsanê eşkere kir.

Li gorî vê,

23 hezar leşkerên Rûsya hatine kuştin.

189 balafir, 155 helîkopter û 986 tankên Rûsya jî hatine bêkêrkirin.

Back to top button