”Tevî zor û zehmetiyan gelê Kurd xwedî li zimanê xwe derket”

Berdevka Rêveberiya Dibistanan a Kantona Kobanê Peyman Ebd- El Rehman 15’ê Gulanê cejna zimanê Kurdî pîroz kir û diyar kir ku tevî zor û zehmetiyan Gelê Kurd xwedî li zimanê xwe derket û parast, bi saya berxwedan û têkoşîna Gelê Kurd, êdî em xwedî alafbayeke xweser in.

Di 15’ê Gulana 1932’an de bi pêşengiya Celadet Bedirxan, li paytexta Sûriyeyê Şamê Kovara Hawarê dest bi weşanê kir.

Zimanê Kurdî di wê dema dîrokî de bi tîpên latînî dihat xwendin û nivîsandin.

Ji bo bîranîna vê rojê ji 2006’an 15’ê Gulanê wek Roja Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.

Zimanê Kurdî di dirêjahiya dîrokê de ji aliyê polîtîkayên dagirkeran ve rastî gelek hewldanên pişavtin û qirkirinê hat.

Li Rojavayê Kurdistanê piştî ku şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an, gelê herêmê di asta pêşxistina zimanê Kurdî de gelek pêşketin ava kirin.

Gelek sazî û dezgeh hatin vekirin, bi rêya perwerde, akademî û saziyên zimanê Kurdî her ku çû pêşketin di zimanê Kurdî de hat çêkirin.

Di derbarê mijarê de Berdevka Rêveberiya Dibistanan a kantona Kobanê Peyman Ebd- El Rehman axivî.

Peyman destnîşan kir ku Roja 15’ê Gulanê ji bo me rojeke taybet û girîng e, ji ber ku di vê rojê de yekem car zimanê Kurdî bi tîpên latînî hat nivîsandin.

”Ziman nasnameya mirov e û mirov bi zimanê xwe tê nasîn”

Peyman Ebd- El Rehman diyar kir ku bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re zimanê Kurdî hat parastin.

 

Back to top button