QSD: Şervanê me Aslan piştî rêwîtiyeke dirêj a têkoşînê şehîd bû

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê xwe Aslan Alkan eşkere kir.
QSD sersaxî ji malbata şehîd û hevalên wî re xwest û soza domandina têkoşînê heta pêkanîna armancên şehîdan da.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnama şervanê xwe yê şehîd Aslan Alkan eşkere kir..

QSD’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt got:

Rêhevalê me Aslan li bajarê Serêkaniyê di nava malbateke Ereb a kedkar û welatparêz de ji dayik bû.

Sala 2014’an tevlî nava refên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû û jiyana xwe ji bo parastina pêkhateyên heremê pêşkêş kir.

Rêheval Aslan li dijî çeteyên DAIŞ’ê û dagirkeriya Tirk tevlî gelek hemleyên leşkerî bû û bû şahidê şehadeta bi dehan ji hevalên xwe, bira û 2 pismamên xwe.

Vê yekê îradeya wî ya tekoşînê zêde kir ku armanc û daxwazên şehîdan pêk bîne.

QSD’ê diyar kir ku şehîd Aslan bi dilnizmî û fedekarî dihat naskirin û ji bo bicihanîna erkên xwe bi israr bû.

Şervanê me Aslan li bajaroka El-Erîma yê rojavayê bajarê Minbicê, dema ku erka xwe ya leşkerî bi cih danî, di encama teqîna mayînekê de şehîd bû.

QSD’ê dawiya daxuyaniyê sersaxî ji Malbat û hevalên wî re xwest û soza mezinkirina têkoşîna li dijî hemû hêzên ku hewl didin ewlehiya herêmê têk bibin da.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya QSD’ê nasnameya şehîd weha ye.

Navê kod: Aslan Alkan
Nav û paşnav: Ammar El-Ehmed
Navê Dayikê: Fatima
Navê Bav: Sitam
Cih û Dîroka Ji Dayikbûnê: Serêkaniyê, 1991
Cih û Dîroka Şehadetê: El-Erîma, 02.06.2023

Back to top button