Endamên PYD û Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kirin ku ji bo têkoşîna azadiyê fikrê Rêber Apo jêdera hêzê ye û ewê bi pêkanîna vê fikrê tecrîdê bê-wate bikin.
Bi salane Rêber Abdullah Ocalan di nav tecrîdeke gira de ye.
Dinya hemû jî, deng ji xwe nayne û xwe ker û kor dike.
Girankirina tecrîdê û bêdengî, bûye sedema gelek bertek û nerazîbûnan.
Endamên Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYD yên Helebê tecrîd şermezar kirin.
Endamê PYD Selah Sîno got,
“Ji sala 1999’an ve heya roja îro Rêber Apo bi hincetên cuda hatiye girtin û ev cihê maxbîniyê ye.
Endama PYD Sîham Bîlal jî anî ziman ku ev çend salin têkilî û agahî bi Rêber Apo re tuneye û wiha pêde çû:
“Rêber APO mafê hemû gelan dixweze, lê her kesî çav ser girtine”.
Endamê PYD Welîd Bekir jî got: “Emê heta dawiyê li ser şopa rikrê rêber APO bimeşin”