Akademîsyen Jongerden yê hilbijartinên Tirkiyê şopand encam nirxand

Akademîsyen jongerden ku yek ji çavdêrên navneteweyî bû, diyar kir li Tirkiyê hilbijartinekî wekhev û adil pêknehat.
Jongerden, tevî zext û êrişan jî cihgirtina HDP’ê ya di parlamentoyê de weke “serkeftin” nirxand û got:”Heta li Tirkiyê pirsgirêka Kurd çareser nebe, Tirkiye demokratîk nabe.”

Nîqaşên têkildarî hilbijartina serokkomarî û yên giştî yê li Tirkiyê didomin.

Akademîsyen û nivîskar Joost Jongerden ku li Zanîngeha Wagenîn a Hollandayê dixebite hilbijartin nirxand.

Joost Jongerden di heman demê de ji bo şopandina hilbijartinên Tirkiyê cihê xwe di nava çavderên navneteweyî de digirt

Jongerden diyar kir li gorî wî Erdogan di hilbijartinan de bi ser neket û wiha got: “Sedemên cur bi cur ên sêyemîn car hilbijartina Erdogan hene.

Yek ji van jî rewşa ne adilane ya hilbijartinê bû.

Akademîsyen Jongerden: HDP tevî hemû zextan jî kete parlamentoyê

Bi domdarî Jongerden bal kişand ser zextên ser HDP’ê û got: “Ne tenê di çendek mehên ber bi hilbijartinê ve de, ji sala 2015’an heta niha zext û tundiyeke giran li ser HDP’ê heye.

HDP bi awayekî sîstetamîk hedef hate girtin.

Tevî hemu zextan jî HDP kete parlamantoyê .”

Jongerden: Firsendên çareserkirina pirsigirêka Kurd ji dest çûn

Akademîsyen Jongerden, têkildarî neçareserkirina pirsgirêka kurd jî ev nirxandin kir: “Piştî dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan, hevdîtin zêdetir bûn.

Serokwezîrê demê Recep Tayyîp Erdogan di sala 2012’an de ragihand ku bi Abdullah Ocalan hevdîtin tên kirin.

Ev pêvajo weke ‘pêvajoya çareseriyê’ an jî ‘muzakereyên aştiyê’ hatin pênasekirin. .”

Jongerden: Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe, Tirkiye demokratîk nabe

Akademîsyen Joost jongerden di dawiyê de diyar kir li Tirkiyê hilbijartinekî wekhev û adil pêknehat û got: ”Heta li Tirkiyê pirsgirêka Kurd çareser nebe, Tirkiye demokratîk nabe.”

Li Meclisa Tirkiyê serdema 28. a parlamenteriyê

Back to top button