Li Meclisa Tirkiyê serdema 28. a parlamenteriyê

Li Tirkiyê pêvajoya serdema 28. a meclisê despê kiriye.
Piştî sondxwarina parlamenteran, vê hefteyê wê pêvajoya hilbijartina Serokatiya Meclisê dest pê bike.

Meclisa Tirkiyeyê bi sondxwarina parlamenteran ên Heyama 28’emîn dest bi xebatên xwe yên qanûnçêkirinê kir.

Desteya Giştî ya Meclisê wê di 7’ê Hezîranê de bicive.

Cîgirê Serokomar Cevdet Yilmaz û 17 wezîr wê li Desteya Giştî ya Meclisê sond bixwin.

Her wiha vê hefteyê wê pêvajoya hilbijartina Serokatiya Meclisê jî dest pê bike.

Namzetên ji bo Serokatiya Meclisê wê heta 6’ê Hezîranê saet dozdehê şevê ji bo Dîwana Serokatiya Demkî ya Meclisê bê ragihandin.

7’ê Hezîranê serokê Meclisê wê bê hilbijartin

7’ê Hezîranê ji bo 30’emîn Serokatiya Meclisê hilbijartin bê kirin.

Dengdayîn wê veşartî bê kirin.

Di her du tûrên despêkê de wê li 400 dengan û di tura sêyemîn de jî wê 301 deng ji bo serketinê pêwist bike.

Di tûra sêyemîn de jî eger serok neyê bijartin wê di tûra çaremîn de di navbera her du namzetên zêde deng wergirtine de pêşbazî pêk bê.

Di vê tûrê de ji herdû namzeta kê bêtirî dengan bidest xist ew biser dikeve.

Namzeta YSP’ê ya serokatiya Meclisê Tulay Hatimogullari ye

Heta niha Partiya Çepên Kesk namzeta xwe ragihandiye û Parlamentera Edeneyê Tulay Hatimogûllari Orûç wek namzet hatiye nîşandan.

Wê Hevserokên HDP’ê di kongreyê de nebin namzet

Back to top button