Keskîn Bayindir: Azadiya Ocalan bi azadiya welat ve girêdayî ye

Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalan li girtîgehan û dervî wê çalakiyên greva birçîbûnê bi israrek xurt didomin.
Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir destnîşan kir ku AKP-MHPê bi rêya tecrîdê dixwazin rejîma xwe ya nû ava bikin, lê têkbirina tecrîdê wê bibe hilweşîna faşîzmê.

Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan, girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ev 27 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger de ne.

Ji bo piştgirîdayîna girtiyên di grevê de, li Mexmûrê çalakiya grevê hatiye destpêkirin û di roja 5’an de li dar e.

Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir der barê tecrîd û çalakiya greva birçîbûnê axivî û anî ziman ku azadiya Ocalan bi azadiya welat ve girêdayî ye.

Keskîn Bayindir: Bi têkbirina tecrîdê re wê faşîzma AKP-MHP’ê hilweşe

Keskîn Bayindir da zanîn ku AKP-MHP’ê bi rêya tecrîdê dixwazin rejîma xwe ya nû ava bikin, lê bi têkbirina tecrîdê re wê ev faşîzm hilweşe.

Bayindir da zanîn ku bi tecrîda li ser Ocalan hikûmetê li dijî gelê Kurd biryara şer daye û tecrîdê hemû sînorên Îmraliyê derbas kiriye û li ser girtîgeh û gelan belav bûye.

Hevserokê DBP’ê îşaret bi girtina Leyla Guven ya ku 200 rojî di grevê de ma kir û bêhiqûqiya li hemberî wê bi awayek tundî şermezar kir.

Keskîn Bayindir têkoşîna girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de silav kir û daxwazên wan rewa û hiqûqî bi nav kir.

Keskîn Bayindir: Divê em li derve piştgiriyê bidin têkoşîna girtiyan

Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir teqez kir ku wê çalakiya girtiyan encamên girîng bi xwe re bînin, lewna divê li derve piştgiyê bidin têkoşîna wan.

Back to top button