Piştî du rojan Konferansa “Azadî ji Abdullah Ocalan re…aştî û istîqrar li Cîhanê” bi dawî bû.
Nûnerê Rêveberiya Xweser a li Lubnanê Ebduselam Ehmed diyar kir ku gelek artêş li ser xaka Sûriyeyê mîna Amerîka, Brîtanya, Fransa, Îran, Rûsya û dewleta Tirk a dagirker hene.
Her wiha piştr e Hevserokê Koma Xebata Kurdî ya Mafên Mirovan a Afrîkaya Başûr Mehmûd Batil jî axivî.
Batil da zanîn ku tevlî doza Rêber Ocalan ji dadgehên Ewropî, Tirkî û cîhanê re hatiye veguhastin, lê Rêber Ocalan hîna girtî ye û derbasî sala xwe ya 25′an dibe.
Li ser perspektîfên Rêber Ocalan ên çareserkirina doza Kurd li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn bi giştî Batil got:
“Divê wek Rêber Ocalan gotiye agirbest bê ragihandin, diyalog dest pê bike û gavên destûrê ji bo çareserkirina doza Kurd bên lêkolînkirin û serbestberdana Rêber Ocalan weke kilîta çareserkirina doza Kurd e.”
Her wiha Batil behsa rola Îsa Mûsa ya parastina rêberê gelê Kurd û parastina hemû bindestên li her derê kir.
Konferans bi xwendina encamnameyekê ji hêla Mehmûd Batil ve bi dawî bû.