Li Dêrikê 3 hezar û 800 dar hatin çandin

Komîteya Aboriya Jinan a Qamişloyê di çarçoveya projeya “Jiyan” de li Dêrikê 3 hezar û 800 darên berhemdar çandin.

Di çarçoveya projeya “Jiyan” de ku Platforma Jina Ekolojîk a Rojava dest pê kiriye ku parastina jîngehê bike, dar li herêma Dêrikê hatin çandin.

Proje bi dirûşma “Li hember çekên kîmyewî ku hewl didin welat bikin çolistan û cihê erdhejê, em ê daristanan bigihînin.” destpêkir.

Bi dehan endamên Komîteya Aboriya Jinan a Qamişloyê li gundê Melamerzê yê li rojhilatê Dêrikê tevlî çandina daran bûn.

Endama rêveber a Komîteya Aboriya Jinan Meyasa Farûq di dema çandina daran de hatina 8′ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û got ”Ew bi çandina van daran hewl didin rûbera keskahiyê li herêmê zêde bikin.”

Her wiha rûbera çandina daran 120 donim e.

Back to top button