Swêd û Fînlandiya li ber derê NATO man e

Serokwezîrên Swêd û Fînlandiya di wê baweriyê de bûn ku heta meha Tîrmehê erêkirina Enqereyê pêk were.
Li aliyekî din, Senatorên Amerîka ji serokê welat Biden re name şandin û xwestin heta pêvajoya erêkirina endamên nû yên NATO firotina balafirên F-16 bo Tirkiyê direng bixe.

Serokwezîrên Swêd û Fînlandiya ji bo serlêdana endamtiya NATO binirxînin li paytexta Swêd Stockholmê civiyan.

Di civîna çapemeniyê ya doh piştî hevdîtinê de, her du serokan teqez kirin ku ew bi biryar in ku pêvajoya endamtiya NATOyê bi hev re bimeşînin.

“Pêvajoya endamtiya Swêd û Fînlandiya wê bihevre be”

Serokwezîra Fînlandiyayê Sanna Marin got:

“Ev rêwîtiya ku dest pê kiriye, divê bihevre dewam bike.”

Marin careke din bal kişand ku Fînlandiya û Swêd bi hev re ji bo endamtiya NATO’yê serlêdan kirine û ev tişt anî ziman:

“Bi hev re beşdarbûna NATO’yê wê di berjewendiya her kesî de be.”

Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson jî got:

“Me bi hev re dest bi vê rêwîtiyê kir.

Dîsa em ê bi hev re rêwîtiya endamtiyê temam bikin.”

Lîderan bal kişandin ser wê yekê ku ew bawer dikin welatên wan wê di demek nêzîk de bibin endamên NATOyê.

Her wiha diyar kirin ku ew di wê baweriyê de ne proseya endametiyê wê heta lûtkeya NATO a di meha Tîrmehê de encamên erênî derxe.

Welatên Skandînavyayê Swêd û Fînlandiya 18’ê Gulana 2022’an piştî êrişa Rûsya li ser Ukrayna serlêdana endamtiya NATO’yê kirin.

Ji bo beşdarbûna van welata pêwistî bi erêkirina 30 welatên endam heye.

Rejîma Tirkiyê ya ev yek weke kaxeza zextê bikar tîne, dixwaze ev welat zexta li ser gelê kurd û rêxistinên kurd zêde bike.

Ji bo endamtiya van welatan heta niha Tirkiye û Macerîstan erê nekirine.

Balkêşe ku ev herdu welatên herî zêde piştevaniya Rûsya dikin e.

Bi dirêjbûna dema serlêdana endamtiya Swêd û Fînlandiya ya bo NATO’yê êdî, li nava endaman nerehetî derdikeve.

Ji senatorên Amerîka bo biden nameya Tirkiye û F-16

Amerîka ya pêvajoyê ji nêz ve dişopîne, ji rewşa heyî nerazî ye.

29 Senatorên Demokrat û Komargir yên Amerîka li ser rewşa heyî ji serokê welat Joe Biden re nameyek şandin.

Senatoran xwest ku heta Tirkiye endamtiya van welatan erê neke, ew firotina F-16 a bo Tirkiyê direng bixin.

Back to top button