Serokwezîrê Swêd: Ehmeqên kêrhatî

Serokwezîrê Swêdê Kristersson kesên ku Qur’anê dişewitînin bertek nîşan da û got:
‘Ehmaqên kêrhatî’ û ji bo hêzên biyanî yên li dijî Swêdiyan bikêrhatî bûn.
Kristersson ji bo zelalkirina endamtiya welatê xwe ya bo NATO diçe Amerîka.
Hemwextî vê, li Tirkiyê derbarê bûyera şewitandina Qur’anê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Swêd dixwaze astengiyên ji bo endamtiya wan a NATO ji holê rake.

Herî dawî bûyera şewitandina Qur’anê rewş zehmetir kir.

Şefê rejîma Tirkiyê Recep Tayyib Erdogan ji bo vê yekê bike pergala hilbijartinê dest bi gefan kir.

Hikumeta Swêdê jî dibêje ev bûyer bi destê ji derve pêk hatiye.

Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson bi serokê partiyên li welat re axivî.

Piştî civînê jî derket pêşiya kamereyan û li ser bûyerê daxuyaniyek da.

Kristersson, di daxuyaniya xwe de, organîzatorên bûyera şewitandina Qur’an ê wek “ehmeqên bikêr ên ku xizmetê ji hêzên biyanî re dikin” binav kir.

Îşaret bi wê yekê hate kirin ku ev kes dixwazin zirarê bidin Swêdê.

Serokwezîrê Swêdê got,

“Me dît ku aktorên biyanî, heta aktorên dewletê jî, hewl didin van bûyeran bi awayekî ku rasterast zirarê bide ewlekariya Swêdê bikar bînin.”

Ulf Kristersson diyar kir ku hikûmeta Swêdê xebatên xwe yên dîplomatîk ên ji bo kêmkirina aloziyê didomîne û di vî warî de bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re peywendiyek telefonî pêk aniye.

Kristersson anî ziman ku serlêdana Swêdê ya ji bo endamtiya NATO’yê girîng e û got,

“Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn Swêd bi xetereyên herî girîng ên ewlekariyê re rû bi rû ye.

Di derbarê NATO’yê de nêrînên partiyan cuda ne.

Bi erêkirina serlêdana Swêdê ya ji aliyê 28 welatên NATO’yê ve em ewletir bûn.

Lê divê em ji bîr nekin ku em hîn ne endamên NATOyê ne.”

Kristersson diçe Amerîka!

Kristersson herwiha diyar kir ku ewê vê hefteyê biçe Amerîkayê û pêvajoya endamtiya welatê xwe ya NATOyê gotûbêj bike.

Heta niha ji bo erêkirina endamtiya Swêd û Fînlandiya tenê Tirkiye û Macerîstan mane.

Ev herû welatên herî zêde li nava NATO û têkliya xwe bi Rûsyayê re heyîn e.

Pispor jî dibêjin, helwesta van welatan tenê xizmeta berjewendiyên Rûsya dike.

Ji Serdozgeriya Komarê ya Enqerê lêpirsîn

Li aliyê din Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, têkildarî şewitandina Qur’anê ya li ber Sefaretxaneya Tirkiyê ya li Swêdê dest bi lêpirsînê kir.

Back to top button