Ermenîstan bo korîdora Laçîn banga destwerdanê li Rûsya kir

Girtina Korîdora Laçîn, hikumeta Êrîvanê bihêrs kiriye.
Korîdora tekane xala girêdana navbera Ermenîstan û Qerebaxê ye, bêtirî mehekê ye hatiye girtin.
Bakû jî îdia dike ku rê ji aliyê Aktivîstan ve hatiye girtin.
Li hember vê yekê Serokwezîrê Ermensîtanê Paşînyan ji Serokê Rûsya Putin xwest ku hêzên wan yên li herêmê bi erka xwe rabe.

Korîdora Laçîn careke din bûye aloziya navbera Ermenîstan û Azerbeycanê.

Korîdora Laçîn tekane xala derbasbûnê ye di navbera Qerebax û Ermenîstanê de ye.

Aloziya li korîdorê careke din hikumeta êrîvanê xistiye nava tevgerê.

Li ser mijarê Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan peywendiyek telefonî li gel Serokê Rûsya Vladimir Putin pêk anî.

Paşînyan ji Putin xwest ku destwerdana rewşê bikin û dorpêça li ser Korîdora Laçîn bi dawî bînin.

Paşînyan behsa krîza mirovî ya li herêmê kir û bal kişand ser girîngiya ku Rûsya ji bo derbaskirina aloziyê gavên pêwist bi avêje.

Di daxuyaniya hikûmetê de hat gotin,

“Di vê çarçoveyê de, bal hatiye kişandina ser xebatên mîsyona aştiyê ya Rûsyayê ya li Qerebaxê.”

Kremlîn: Aliyê Ermenî daxwaza hevdîtinê kir

Kremlînê jî bi daxuyaniyekê eşekere kir ku peywendiya navbera aliyan li ser daxwaza Ermenîstanê pêk hatiye.

Hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî piştî hevdîtina Paşînyan-Putin bi hempîşeyê xwe yê Azerî Ceyhun Bayramov re li ser mijarê axivî ye.

Bakû: Korîdor ji aliyê Aktivîstan ve hatiye girtin

Sivîlên Azerî ku xwe weke çalakvanên jîngehê bi nav dikin, ji 12’ê Kanûnê ve Korîdora Laçînê girtine.

Çalakgeran diyar kirin ku bi hinceta kanên li Azerbeycanê bi awayekî neqanûnî dixebitin û zirarê didin jîngehê, xwepêşandanek li dar xistine.

Êrîvan jî îdia dike ku ev çalakvan ji aliyê Bakûyê ve têne rêvebirin.

Lê Azerbeycan van îdiayan red dike.

Ermenîstanê di derbarê Korîdora Qerebax û Laçîn de bi eşkere daxwaz ji Rûsyayê kir.

Serokwezîr Paşînyan di daxuyaniya xwe ya meha borî de, hêzên Rûsya yên li herêmê sûcdar kir ku erka xwe pêk naynin.

Ermenîstanê jî bi hinceta ku Azerbeycan bi blokekirina Korîdora Laçîn a ku di şerê sala 2020’an de beşeke mezin ji Qerebaxa Çiya paşde girtibû, ev mijar biribû Dadgeha Navneteweyî ya Edaletê ya Neteweyên Yekbûyî.

Back to top button