Mitsotakis: Fikara min ne ji şer lê ji gelê Tirkiyê ye

Welatên Ewropa ji bo şandina çekan bo Ukrayna bi hevre ketine pêşbaziyê.
Lê Atîna di vî warî de bi xwînsarî tevdigere.
Serokwezîrê Yewnanîstanê sewqiyata Leopard a ji bo Ukraynayê red kir.
Ev yek jî bi hinceta ku li dijî Tirkiyeyê pêwîstiyên parastinê hene.
Mitsotakis got;
Ew bi fikar e ku bong û tevdanên bo şer, raya giştî ya Tirkiyê jehrî bike.

Di dema ku nîqaşên sewqiyata tankên Leopard 2 yên Almanya ji bo Ukraynayê dewam dikin, Yewnanîstanê bi hinceta Tirkiyê şandina tankên navborî red kir.

Serokwezîrê Yewnanîstanê Kiryakos Mitsotakis ku di serdana xwe ya Japonyayê de bi saziya çapemeniyê Nikkei Asia re hevpeyvînek kir û got,

“Em wek wesayîtên zirxî desteka leşkerî ya girîng didin Ukraynayê, lê em ê tankên Leopard 2 nedin.

Ji ber sedemek pir hêsan.

Ev tank ji bo stratejiya me ya parastinê pir girîng in.

Me her dem gotiye: Em dixwazin piştgiriyê bidin Ukraynayê, lê ne li ser hesabê parastina xwe.”

Piraniya Leopardên li Ewropa li Yewnanîstanê ne

Li Yewnanîstanê 350 tankên Leopard 2 û 500 jî yên Leopard 1 hene.

Bi vê yekê re Yewnanîstan, welatê Ewropa yê herî zêde xwedî tankên Leopard e.

Rêveberiya Atîna beriya niha bi hinceta gefên Tirkiyê vegerandina S-300’ên Rûsyayê bo Ukrayna red kiribû.

Serokwezîrê Yewnanîstanê diyar kir ku helwesta Tirkiyê di nava gelek endamên NATO’yê de bêhêvîbûn û nerehetiyê derxistiye holê û got,

“Eger hûn endamê tifaqeke weke NATO’yê ku di heman demê de tifaqa nirxan e, hûn nikarin bêalî bimînin.”

Mitsotakis: Ez ji şerê bi Tirkiyê re nebifikarim

Mitsotakis di berdewamiya axaftina xwe de li ser aloziyên di navbera Tirkiye û Yewnanîstanê de ev tişt anî ziman:

“Ez ji îhtîmala şerekî bi Tirkiyê re nebifikarim.

Lê tiştê ku ez pê ditirsim ew e ku di van çend salên dawî de polîtîkaya derve ya Tirkiyê ya êrîşkartir bûye.

Bi ya min, di demekî ku em li Ukraynayê bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî re mijûlin ev polîtîka ne guncawin.”

Mîtsotakis diyar kir ku piraniya tiştên ku niha li aliyê Tirkiyê dibînin û dibihîzin gotinên beriya hilbijartinê ne.

Lê ez bi fikarim ku ev hemû polîtîkaya şer, wê raya giştî ya Tirkiyeyê jehrî bike.

Back to top button