Serlêdana der barê girtiyê nexweş kaya de red kir

Rewşa girtiyên nexweş di dema heyî de metirsîdar e. Dadgeha Qanûna Bingehîn serlêdana ji bo girtiyê nexweş Sabrî Kaya red kir û anî ziman “Rêveberiya girtîgehê wî dibe nexweşxaneyê û tê dermankirin” .

Sabrî Kaya ku di Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa T a Osmaniyeyê de ye, ji ber ku nexweş e tim û tim wî radikin nexweşxaneyê.

Ji bo vê jî, parêzerê wî ÎLhan Ongor, serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dabû ku dadgehkirina Kaya bê derengxistin, lê belê serlêdan hat redkirin.

Zextên AKP’ê li ser girtiyan parlamenterên alman rewşa girtiyan nirxand

Piştî AKP’ê girtiyên siyasî ji derveyî qanûna Înfazê hiştin, bala her kesî bêhtir çû ser girtîgehan û ev mijar kete rojeva partiyên siyasî yên Alman jî.

Parlamenterên hikumet û mûxalefetê yên Meclisa Federal a Alman, bi rêya telekonferansê rewşa girtiyên li Tirkiyê nîqaş kirin.

Back to top button