Li herêma ‘bêçek-4 Leşkerên hikumetê hatin kuştin

Şerê li herêma ‘bêçek’ dewam dike.
Li rojavayî Helebê hêzên hikumeta Şamê hewldan derbasî herêmên çeteyan dagir kirî bibin.
Çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Sûrî êrişî nuqteyên çekdarên Îranê kirin.

Li herêma ‘bêçek’ di navbera hêzên hikumeta Şamê û komên çete yên girêdayê dewleta Tirk a dagirker de, şer ranaweste.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku li xetên şer yên li rojavayî Helebê di seatên şevê de hêzên hikumeta Şamê hewl dan derbasî herêmên dagirkirî bibin.

Di navbera hêzên hikumetê û çeteyan de, şerekî giran rû da.

Di encamê de, leşkerekî hikumetê hate kuştin û 4 jî birîndar bûn.

DAIŞ’ê li Tedmûrê êrişî çekdarên Îranê kir

Li çolistana Dêrazorê ya Sûriyê çeteyên DAIŞ’ê êrişên xwe li dijî hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Îranê zêde kiriye.

Şevê din çeteyên DAIŞ’ê êrişî nuqteyên çekdarên girêdayî Îranê yên li Tedmûrê kirin.

Di navbera her du aliyan de, şerekî dijwar qewmî.

Çavdêriya Sûrî: li Dêrazorê 4 çekdarên Îranê hatin kuştin

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di encama êrişê de 4 çekdar hatin kuştin.

Pişt re balafirên şer yên Rûsyayê cih û şikeftên çeteyan li derdora herêma navborî bombebaran kirin.

Heta niha derbarê encama êrişên balafirên Rûsyayê tu agahî nehatiye bidestxistin.

Siwêydayî bêtirî 100 rojî ne daxwaza xweseriyê dikin

Li Siwêdayê jî bêtirî 100 roj in çalakiyên gel dewam dikin.

Îroj jî xelkên Siwêdayê berê xwe dan qada El-Kerama û mêtingek li dar xistin.

Li qadê banga xweseriya Siwêdayê û Sûriyek ne-navendî hate kirin.

Her wiha xwepêşandêran eşkere kirin ku heta daxwazên wan pêk neyên ew ê çalakiyên xwe dewam bikin.

Back to top button